Piştî salên hişkesaliyê bihar bi rengê xwe yên hêşîn hat herêma Firatê
Piştî salên hişkesaliyê bihar bi rengê xwe yên hêşîn hat herêma Firatê. Îsal baran zêde bariya û bihar dirêjtir didome.
Piştî salên hişkesaliyê bihar bi rengê xwe yên hêşîn hat herêma Firatê. Îsal baran zêde bariya û bihar dirêjtir didome.
Piştî du salên hişkesaliyê û berhemên çandiniyê kêm bûn û baran nebariya, axa herêma Firatê ziwa bûbû. Ji ber hişkesaliyê cotkarên herêma Firatê gelekî tengijîn. Îsal ji ber barana pir û dirêjbûna biharê re, erdên herêmê hêşîn in. Gelê herêma Firatê ji ber barîna baranê kêfxweş in.