Piştî ku ava Dîcleyê vekişiya bajarekî 3400 salî hate dîtin

Arkeologên Kurd û Elman ji bo keşfkirina bermahiyên bajarekî 3400 salî yê li nêzî bajarê Mûsûlê ya Başûrê Kurdistanê û li ber Dîcleyê ye, kom bûn.

Bajarekî ku parçeyekî Îmraparatoriya Mîtanî bû û ji Beriya Mîladê sal 1550 heta Berîya Mîladê 1350 hebû, hate keşfkirin.

Navê vî bajarî demkî kirine Zakhîkû û ev bajar li ber çemê Dîcleyê li Kemûne a ku rezervûarê Mûsûlê lê heye, navendeke girîng bû.

Ji zanîngeha Freîbûrgê arkeloga Elman Dr. Ivana Pûljîz, ji Zanîngeha Tûbîngenê Dr. Peter Pfalzner û Serokê Rêxistina Arkeolojiyê ya Kurdistanê Dr. Hasan Ahmed Qasim ji bo vî bajarê antîk derxînin holê dest bi xebatan kirin.

Beriya ku av dîsa rabe lêkolîneran dest bi xebatan kirin û di nava demeke kurt de nexşeya qadeke berfireh a bajêr derxistin.

Li bajarê dîwarê ku bi kerpîçên li ber tavê hatine hişkkrin, ligel ku gelek salan di bin avê de maye, xweş hatiye parastin.

Lêkolîner diyar dikin li bajêr 100 tabletên bi nivîsa mîxî dîtine û ev jî keşfeke mezin e.

Tê diyarkirin hinek tabletên biçûk jî name ne.

Pfalzner got “Tabletên nivîsa mîxî yên ji kîla sornekirî gelek salan di bin avê de mane û ev tişt nêzî mûcîzeyê ye”

Ev bajarê antîk a niha di binê gola bendavê ya Mûsûlê de maye. Weqfa Gerda Henkel piştgiriyê dide vê lêkolînê û projeya lêkolînê ya li ser bajarê 3400 salî didome.

Koma lêkolînê ji bo ew karibin lêkolîna xwe bikin li bendê ne ku dîsa av kêm bibe. Ji ber vê niha navber dane xebatên xwe.