Piraniya Fransiyan baweriya xwe bi Xwedê naynin
Li gorî lêkolîneke li Fransayê, piraniya Fransiyan baweriya xwe bi Xwedê naynin. Ev rêje di nava ciwanan de ji sedî 60 zêdetir dibe.
Li gorî lêkolîneke li Fransayê, piraniya Fransiyan baweriya xwe bi Xwedê naynin. Ev rêje di nava ciwanan de ji sedî 60 zêdetir dibe.
Li gorî anketa Sud Radîo ku ji aliyê Îfop-Fîdûcîal ve hat kirin, sedî 56’ê Fransî baweriya xwe bi Xwedê naynin.
Li gorî anketê, ciwanên 18-24 salî sedî 36 baweriya xwe bi Xwedê tînin û sedî 64 jî bawer nakin.
Ji sedî 47 kesên bi temen 25-34 salî baweriya xwe tînin, lê ev rêje di temênên mezintir de kêmtir dibe.
Ji sedî 45’ê mêran û ji sedî 44’ê jinan baweriya bi Xwedê tînin.