Petêx yek ji çavkaniyên debara şêniyên Erçekê ye
Firoşkarê bi navê Orhan Elçî diyar kir, ku ji meha Gulanê heta Cotmehê ew li zeviyan dixebitin û got, bi firotina petêx û firiyan ew debara xwe dikin.
Firoşkarê bi navê Orhan Elçî diyar kir, ku ji meha Gulanê heta Cotmehê ew li zeviyan dixebitin û got, bi firotina petêx û firiyan ew debara xwe dikin.
Welatiyên Wanê yên li ber peravên Gola Erçekê karê çandiniyê dikin, petêxên ku di meha Gulanê de tovên wan çandin, dest bi komkirina wan dikin. Li Wanê û derdorê wê debara bi hezaran mirovan bi çandiniya petêx, zebeş û firîngiyan dibe. Firoşkarê ciwan ê bi navê Orhan Elçî, 15 sal in karê petêx û firîngiyan dike.
'ÇANDINÎ DEBARA JIYANÊ YE'
Elçî got, zêdeyî 50 sal in debara malbata wan ji van zeviyan pêk tê û wiha qala çandiyê kir: "Ez hîn zarok bûm, bi bavê xwe re dihatim nava zeviyan û me tovên petêx û firingiyan direşand. Li herêmê bêkariyê zêde bûye. Ji derveyî karê çandiniyê em nikarin li herêmê ti karî bikin. Di destpêka meha Gulanê de li zeviyan kar dest pê dike. Em zeviyên petêxan, zebeş û firingiyan tim ji gihayên bi zerar paqij dikin û av didin. Di hefteya dawî ya Tebaxê de dest bi komkirinê dikin. Petêx di navbera 19 û 130 rojî de stewihîn. Bê guman Gola Erçekê jî çavkaniya zeviyên me ne. Ji bo petêx çêbibin, pêdivî bi germahî û nêmê heye. Eger mirov kedê bide, wê ax jî beramberî wê bide te. Em kedê didin ax û av jî berdêla wê dide. Bê guman li Serhedê çandinî debariya jiyanê ye."
'EV KAR JI BAV Û KALÊN ME MAYE'
Elçî dest nîşan kir ku ev karê çandiniyê ji bav û kalên wan mane û ev tişt got: "Ez 15 sal in vî karî dikim. Ev kar ji bavê min ma ji me re. Em karê xwe dikin. Salê du caran em bi vî karî re eleqedar dibin. Di heman demê de karekê bê mesref e. Xwedê hez bike em ê jî vî karî bihêlin ji zarokên xwe re. Mirov çiqas zeviyê baş av bide, ewqas hilberînê bi dest dixe. Petêx û firingiyên li ber Gola Erçekê jî çêdibin bi tame û ev tama wê li ti dera cîhanê nîne. Em petêx û firingiyên xwe diçînin û gelek caran dişînin navçe û bajarên derdorê. Em ji vî karê xwe jî gelekî hez dikin."
'KRÎZ BANDORÊ LI GUND NAKE'
Elçî di dawiya axaftina xwe de got, ti krîz li hemberî çandiniya wan nabe asteng û wiha got: “Ji ber polîtîkaya hikûmetê li welat krîzekî kûr û berfireh heye. Lê belê em kesên li gundan dijîn ji vê krîzê bandor nabin. Em keda bi destê xwe didin û ax û av jî berdêla keda me dide. Ez bang her kesî dikim bila berê xwe bide gundê xwe û karê çandiniyê bike."