Penaberên Sûriyê: Em ne bi dilê xwe hatin van deran

Penaberên Sûriyê ku van rojên dawî li Çûkûrovayê gelek caran êrîş li wan tên kirin, axivîn û gotin, bi 'hêza erzan a kar, bêkarî û kêmbûna destheqê' ew tên sûcdarkirin.

Çûkûrova ku salên 90’î Kurd bi girseyî neçar man ku koçî wir bikin niha jî penaberên Sûriye xwe li wir digirin. Êrîşa nîjatperestî ya ku wan dema dianîn ser Kurdan niha tînin ser penaberên Sûriyê. Li Hatay, Edene û Mersînê li pey hev êrîş bi ser penaberan de anîn, sedema vê bêkarî, mêtina kedê û kêmbûna heqdestê ye. Girseyên ku li penaberan têne sorkirin dibêjin, ‘we karê me ji dest me girt. Ji ber bela serê wan em nema kar dibînin. Ji bela serê wan kirê zêde bûn. Biçin Sûriyê, we evder kambax kir.’’

‘GEL LI DIJÎ SÛRIYEYIYAN DAGIRTÎ NE’

Ebû Ahmodo dibêje ew kirêya herî zêde didine malên herî xirab, gelek caran li cihê ku dixebitin heqdesta wan nadin wan, di trafîkê de dema ku wesayitên bi plaka Sûriyê dibînin wan tacîz dikin, dijûnan li wan dikin, ji kar têne avêtin, têne vederkirin.

‘TE ÇIMA DI BIN ÇAVAN RE LI MIN NERÎ’

Omer Azîze jî dibêje li cihê ku lê dixebitî hem heqdesta wî nedanê û bi ser halan de lê jî xistine û dibêje, ‘’Dibêjine me, çima hûn di bin çavan re li me dinerin. Çima te xwe xwe li min qeliband. Motor û wesayitê weke însanan bajo. Bi hincetên te çima milê xwe li milê min xist êrîşê tînin ser me.’’

Muhammed Keleş jî ku li Seyhan a Edene, li taxa Mîrzaçelebî dikana wî heye dibêje, pêşî ji bo ku lewhaya wî ya bacê nebû şêniyên taxê ew tacîz dikirin û dibêje: ‘’Niha jî ji ber deng û axaftinê dijûnan li me dikin. Dema ku ez hatim Edene ez li fabrîkayê dixebitîm. Li wir em gelek saetan bi heqdesteke kêm dixebitîn. Ji bo ku em zêdetir dixebitîn karkeran digotin, ‘ev ê nanê me ji dest me birevînin’ û em kêm dikirin. Tin nedima ku em bi hev biçin. Em ji bo ku pê hewce ne û ji bo ku em neçar in bixebitin gelek saetan dixebitin. Em ne bi dilê xwe di van deran re derketine. Şer hebû û em hatin.’’