PE’yê planê piyaseya karbonê qebûl kir

Parlamentoya Ewropayê (PE), ji bo reformeke berfereh di piyaseya karbonê de û hêşînkirina îthalatê, li ser sînor, baca karbonê jî di nav de, hemanên bingehîn ên planê avhewa yê Yekîtiya Ewropayê qebûl kir.

Serokê Komîsyona Ewropayê Ûrsûla von der Leyen, dengdana li Parlamentoya Ewropayê hat kirin, bi kêfxweşî pêşwazî kir û bang li dewletên endam kir ku gava dawîn temam bikin û got: “Em ê bi hev re, Ewropayê, bikin avhewaya ewil û parzemîna nêtar.“

Reform bi 413 dengan hat qebûlkirin.

Ji bo reformê gelek gotûbêj hatine kirin. Ev reform wek hêmanê herî giring ê stratejiya têkoşîna li dijî guherîna avhewa yê Ewropayê tê dîtin.

Armanca bi reformê ku hatiye qebûlkirin ew e ku mirov bikare xwe bigihîne hedefên kêmkirina gaza serayê.

Divê sererastkirina nû, ji aliyê welatên ku endamên YE’ne ve bê qebûlkirin. Welatên eleqedar wê hefteyên bên, li sererastkirinê nû vekolin.