PBM: Em êrîşa li ser Şengalê şermezar û rûreş dikin!

Platforma Baweriyên Mezopotamya têkildarî êrîşa îro ya li ser gundê Dîgûr a Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û êrş şermezar kir.

Platforma Baweriyên Mezopotamya (PBM) êrîşa li gundê Dîgur a girêdayî Sinûn a Şengalê ku têde 4 şervanên YBŞ’ê şehîd bû şermezar kir.

Daxuyaniya PBM’ê wiha ye:

“Weke tê zanîn dewleta Tirk neyartiya gelê Kurd bi hemû rengan didomîne. DAÎŞ têkçû, lê dewleta Tirk dixwaze tola wê hilde. Li herêma pîroz Şengalê, fermana gelê me yê Êzdî bi destê tundrewên DAÎŞ’ê pêkanîn. Bi vî fermanê dewleta xwînmij Tirk xwest ku koka miletê Kurd ji holê rake. Li beramber vê qirkirinê, qehreman û pakrewanên gelê me, berxwedanek dîrokî kirin û peşî li qirkirina gelê me yê Êzdî girtin. Bi vê rengî plan û projeyên dagirkeran têk çûn. Dagirkerên Kurdistanê ku serkeşiya wan dewleta Tirk dike, dixwazin Kurdistanê bê kok, bê ziman û bê nasname bihêlin. Dewleta nîjadperest bi balafiran dixwaze gelê me çav tirsandî bike û ew kesên ku li ser axa xwe mane jî, ji welat derkevin û penaber bibin.

Dewleta xwînmij dixwaze, oldaran û olan ji ser xaka Kurdistanê ji holê rake. Ji ber ku di Kurdistanê de gelekî ol û mezheb hene, ev pir rengiya welatê me ji bo cihanê jî û ji bo gelê Kurdistanê jî girîng e. Pêwiste em gelê Kurd û Kurdistanê, li ol û netewa xwe xwedî derkevin û van ol û mezheban bi parêzin. Êrîşên ser Şengalê û gelê me divê were seknandin û pêşî li van êrîşên hovane were girtin. Em Platforma Olên Mezopotamya bang hemû Kurdan, oldaran û mirovahiyê dikin. Li Şengalê xwedî derkevin. Li beramber dewleta Tirk ya hov, helwest werin nîşandan. Ji bo balafir li ser Şengal, Rojava nefirin û kuştina Gelê me were seknandin. Gele me bi Êzdî, Misilman, Xiristiyan, Elewî û Cuhiyan ve yekîtiya xwe çebike, li dijî zordararan serkeftin bi dest bixe û bexçeyên olan a Kurdistanê biparêzin.”