PKK’ê piştî banga Rêber Apo ya dîrokî ya 27’ê Sibatê ragihand ku di navbera 5-7’ê Gulanê de 12'emîn Kongreya xwe li dar xistiye û ew ê hûrgiliyên têkildarî kongreyê û ‘’biryarên dîrokî’’ di rojên pêş de li gel raya giştî parve bike.
Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan têkildarî vê pêngava dîrokî ji ANF’ê re axivî û spasiyên xwe li hemû kesên ku ked dane kir. Bûldan diyar kir ku divê herî zêde spasî li Sirri Sureyya Onder werin kirin û got: ‘’Xwezî wî jî şahidiya van kêliyan bikira. Lê belê mixabin Sirri Sureyya Onder di dawiya rê de koça xwe ya dawî kir. Ez baş dizanim ew jî a niha van yekan hîs dike.’’
‘DAXUYANÎ BI SERÊ XWE DÎROKÎ Û SERKEFTIN E’
Pervîn Bûldan da zanîn ku wan li gel daxuyaniya PKK’ê şahidiya rojeke dîrokî kiriye û ev yek anîn ziman: ‘’Çimkî li erdnigariyeke ku bi salan e lê êş hene, bedêl tên dayîn û dayik digirîn serdema pêvajoyeke aram dest pê dike. Daxuyaniya PKK’ê ya têkildarî kongreyê jî bi serê xwe dîrokî û girîng e. Di heman demê de serkeftinek e. Çimkî di hemû hevdîtinên Îmraliyê de Birêz Ocalan tim û tim bi israr dianî ziman ku divê êdî ev serdem veguhere serdemeke din, serdemeke demokratîkbûnê dest pê bike, şer û pevçûn bi dawî bibin. Em a niha encamên vê yekê bi dest dixin. Pêkhatina aşitî û demokratîkbûyîn ji bo me hemûyan gelekî girîng e. Ji ber wê yekê divê êdî hemû bes berê xwe bide aşitiyê. Bêyî hesaba bê ka kî çi gotiye û çi daye, divê hemû kes aşitiyê di dilê xwe de hîs bike. Ji bo me ya girîng ev e. Em ji vê serdem û pêvajoyê bawer dikin. Em dizanin û bawer dikin ku vê serdemê aşitiya mezin aniye ji bo gelên Tirkiyeyê û wê ev yek berdewam jî bike. Ji ber wê yekê ez vê serdemê weke serdemeke dîrokî pênase dikim.’’
‘DIVÊ HEMÛ KES VÊ PÊVAJOYÊ CIVAKÎ BIKE’
Bûldan di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê êdî pirsgirêka baweriyê ji holê rabe û got: ‘’Em ê berê xwe bidin aşitiyê. Helbet wê di bin navê demokratîkbûyînê de hin gav werin avêtin. Divê êdî pirsgirêka baweriya ji hevdu re ji holê rabe. Divê hemû kes li dora aşitiyê kom bibe û vê pêvajoyê civakî bike. Ji niha û pê ve hemû pêngavên têkildarî demokratîkbûyînê weke serkeftinekê ne. Ez di wê bawweriyê de me ku herî zêde jî wê dayikên me yên xwedan êş û ev 40 sal in ewladên xwe ji dest didin ji vê serkeftinê şad bibin. Ji bo me hemûyan li ser xêrê be. Ez hêvî dikim û dibêjim ku ew erdnigarî ku lê gelekî xwîn hatiye rijandin û êş hatine jiyîn, wê bihar û rojên gelekî xweş bibîne.’’