Okyanûs tu car wiha nelewitîne

Li gor lêkolînekê ku hatiye kirin, qirêjiya ji ber plastîkê ji ya 15 salên dawîn derbas bûye. Ji bo xelaskirina gerestêrkê ji van bermayiyan, bang hat kirin ku peymaneke navneteweyî bê danîn.

Li gor lekolîna di kovara PLOS One a Emerîkayî de hat weşandin, bi taybetî ji sala 2005’an ta bi niha perçeyên plastîkan ku avêtine behran, tê texmînkirin ku 170.000 in. Giraniya vê qirêjiyê 2,3 milyon ton e.

Di lêkolînê de hat diyarkirin ku 15 sal in tu car okyanûs ewqas qirêj nebûne û hat pêşbînikirin ku heke tedbîr neyên girtin wê qirêjî hêj zêdetir bibe.

Lisa Erdle ku nivîskareke lêkolînê ye, got: ‘’Piştî vê dîrokê, em li bendê ku ji ber hilberîna bi lez û bez û polîtîkayên sînorkirî yên hemberî kontrolkirina bermayiyan, qirêjî pir zû zêde bibe.

Qirêjiya nava okyanûsan bi piranî ji tîmên girtina masiyan û şamandrayan tê, cil û berg, lastîkên erebeyan û plastîkên ku bi tenê ji bo carekê tên bikaranîn perav qirêj dibin. Qirêjî ji bo ajalan xeterî ye. Bi rêya xwarinê, dikeva nav canê mirov.

Li gor raporeke navneteweyî ya bi demeke nêz, heke wiha berdewam bibe, li welatên G20, wê heta sala 2050’yî li gor sala 2019’an wê bibe du qat.

Sala çûyî, di bin banê Neteweyên Yekbûyî de 175 welatan, qebûl kir ku ew ê peymanekê deynin ku heta bi sala 2024’an dawiyê li vê qirêjiyê bînin.

Rûniştineke din a ji bo gotûbêjê, tê payîn ku meha Gulanê li Parîsê bibe.