Nepenîtiya Alzheimerê kifş bû!

Nepenîtiya Alzheimerê kifş bû. Lêkolîneran tespît kirin, bê norotoksîna di koka nexweşiya Alzheimer de hene çawa li nava aksonên ku noronên mejî bi hev re girê dide û avaniyên pêwendîdar çêdibin.

Lêkolînerên Massachusetts General Hospital (MGH) mohra xwe danîn binê keşfeke girîng: Keşif kirin bê beta Amiloid (Norotoksînên ku tê gotin di koka nexweşiya Alzheimer (AD) de hene) çawa li nava akson û avaniyên noronên mejî çêdibe. Keşf û daneyên ku di vê mijarê de li Cell Reportê hate weşandin, ji bo pêşîgirtina li destpêkirina vê nexweşiya norolojîk bê girtin û tedawiyên nû bêna afirandin, dikarin rêbertiyê bikin.

Hevdîrektorê Navenda Tenduristiya Mejîn a McCance ya li MGH û Alîkarê Serokê Norolojiyê Rudolph Tanzi sala 1986'an pêşengî ji tîma destpêkê re kiribû ku gen a nexweşiya Alzheimerê keşif kiribûn ku jê re APP jî tê gotin.

Tanzi got, "Encamên ku me bi dest xistin, reseptora sigma-1 ji bo kêmkirina hilberîna Abeta ya li aksonan, dikare bibe armancek guncaw a terapotîk."

Hate ragihandin ku daneyên hatine bidestxistin di dema pêş de ji bo tespîtkirina zû ya nexweşiyê dikare bibe alîkar.