Muzakereyên peymannameya avhewayê didome

Li bajarê Glasgow a Îskoçyayê di civîna Neteweyên Yekbûyî de divê civîna ji bo peymannameya avhewayê roja Înê biqediya lê muzakere wê îro heta piştî nîvro bidome.

Di civînê de bang li welatan hate kirin ku ‘Bila rakirina enerjiya komirê û subvansiyona sotemeniyên fosîl gav bi gav bidomînin’ û van hewldanên xwe bilezînin.

Di sala 2015’an de di Peymana Parîsê de welatan qebûl kiribûn ku zêdebûna germî ‘gelekî di binê 2 dereceyan de’ bi sînor bikin û xwestin sînora wê wekî 1,5 derece be.

Li gorî zanyaran ji bo ku zêdebûna germa global 1,5 derece be, divê heta sala 2030’an ji sedî 45 û heta nîveka sedsalê jî divê sifir be.