MSF: Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê krîza avê kûr dibe

Doxtorên Sînor Nenas (MSF) destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwegihandina ava vexwarên pir zehmet bûye, jiyana nêzî 3 milyon kesî di bin xeteriyê de ye.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Belçîka Belgayê, vê rewşa ‘bêhêvî’ bi ‘Şerê bi dehê salan ê binesaziya avê texrîb dike û xemsal e’ ve girê da.

Ji MSF’ê Îbrahîm Mûghlaj got: “Li nava kampan, nexweşiyên hinavçûn, hepatît, împetîgo, girêbûn ku ji ber avê belav dibin, hene.”

MSF îşaret bi koçberiya 3 milyon mirov ji ber şer a li Idlib koçber bûne û bal kişand ser hejarî û ne ewlehiya derdorî wê. MSF diyar kir ku di meha Tîrmehê de li 30 kampên li Idlibê nexweşiya hinavçûn û girbûnê zêde bûye.

MSF’ê rewşa li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke ‘karesat’ pênase kir, ev yek jî bi zuhabûna ava çemê Firat a dewleta Tirk ku stasyona Elkokê kontrol kiriye ‘bê navber digire û niha jî dubare dike’ ve girê da.

MSF’ê bal kişand li Hesekê nêzî 1 milyon mirov hema bêje 2 sal in bi sînordar xwe digihîne avê, li Reqayê jî ji Gulana 2021'ê û vir ve bûyerên hinavçûnê, di nava salekê de ji sedî 50’î zêdetir bûye.

Koordînatorê MSF’ê yê qadê Benjamîn Mûtîso got: “Kêmbûna fonê bi demê re xirab dibe, belavkirina avê bi demê re polîtîze dibe û MSF û saziyên din hemû valatiyan nikare dagire.”