Mîrasa Cîhanê daristanên baranê li Aborjînan hate vegerandin

Daristanên baranê ên tropîk ên li Ewûstralyayê Daîntree bi peymaneke dîrokî li parastvanên wê Aborjînan hate vegerandin.

Mîrasa Cîhanê ya Unesco daristanên baranê ku ji 180 milyon sal beriya niha ne malxweyît3i li gelê Aborojînan kirin.

Daîntree ku yek ji navenda herî li pêş a trûzma Ewûstralyayê ne, bi ekosîstema xwe antîk, bi dîmenên xwe yên daristanê, bi çemên xwe yên hoveber, bi sûlav, tengav û plajên xwe yên spî navdar e.

Parka millî êdî wê bi gelê Kukuyê Rojhilat gelê Yalanjî, hikûmeta eyaleta Quenslandê ve were rêvebirin.

Peyman her wiha Nhalba Bull a li ser 160 hezar hektarî, Kalkajaka û Giravên Hope jî di nav de, hemû parkên din ên millî yên Queenslandê vedihhewîne.

Hikûmeta Queenslandê duh milkîtiya fermî da gelê Yalanjî yê Rojhilatê Kuku, ''yek ji çanda herî berê ya cîhanê nas kir''.

Wezîrê Hawîrdorê Meaghang Scanlon di daxuyaniyê de got,, ''Ev peyman, wî mafî dide ku bibin xwediyê welatê xwe, rê ve bibin, di parastina çand û endrûstiya trûzmê de bibin lîder û vê bi mêvanan re par ve bikin.''

Peyman aliyên Mossman Gorge û Cape Trîbûlatîonê yê daristanê jî vedihewîne.