'Metirsiyeke mezin li ser Kurdî heye'

Hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî anî ziman ku zimanê Tirkî êdî li gundan jî bûye zimanê serdest û destnîşan kir, ev yek metirsiyeke mezin e li ser Kurdî.

Her ku çand û zimanê Kurdî bi pêş ve diçe, êrişên dewleta Tirk ên li ser vê yekê jî zêde dibin. Kurdî ku di fermiyetê de nayê naskirin, ji ber ku li qada cemaweriyê jî qedexe ye, zext li zarokên Kurdan tê kirin ku bi zimanê serdest bi zimanê Tirkî biaxivin. Bi destê qeyûmên li ser şaredariyên HDP'î hatine danîn, tabelayên Kurdî jî kirine Tirkî.

Hevserokê Komeleya Lêkolîna Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER) Rifat Ronî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku ji avabûna dewleta Tirk û vir ve zextên li ser Kurdî qet neqediyane û bi bîr xist ku gelek mirov tenê ji ber ku gotinek bi Kurdî gotine hatine kuştin, yan jî destgîrkirin û girtin. Rifat Ronî diyar kir ku dewlet ji bo Kurdî qedexe bike û li derveyî qada cemaweriyê bihêle, bi rêbazeke nû ya ku civakê bi birçîbûnê terbiye dike tevdigere û anî ziman, îro kesekî bi Tirkî nizane nepêkane ku karibe li cihekî bixebite.

'DIVÊ EM XWEDÎ LI KURDÎ DERKEVIN'

Rifat Ronî diyar kir, her ku zimanê Kurdî bi pêş ve diçe, sîstem rêbazên astengiyê datîne pêşiyê û got, "Ji sala 2004'an heta 2015'an gelek saziyan ji bo pêşvebirina zimanê Kurdî bingehek ava kir. Li cihekî weke Amedê zêdeyî 2 hezar dibistanên Tirkî hene. Dewletê dibistaneke bi tenê ya Kurdî venekiriye. Ji vê jî mirov fêhm dike ku dewlet li dijî Kurdî ye. Dema ku astengiyên li pêşiya ziman hatin rakirin û ziman azad bû, hingî gelê Kurd jî wê bibe xwedî statu. Ji ber vê yekê polîtîkayên zordar û qedexekar ên li ser Kurdî dewam dikin. Lewma divê em xwedî li vî zimanî derkevin. Siyaseta ku ji bo mafên bingehîn û azadiya Kurdan têdikoşe jî divê zimanê Kurdî bikin bingeha polîtîkayên xwe. Ziman hişê civakan e, îdeolojî ye, fikir û paşeroj e."

'TIRKÎ ÊDÎ LI GUNDAN JÎ BÛYE ZIMANÊ SERDEST'

Rifat Ronî anî ziman ku teknolojî ji bo mirovahiyê gelekî bi pêş ve çûye, gelên bindest eger vê pêşketinê bi rengekî erênî bi kar bînin hingî ev yek şensekî mezin e û ev nirxandin kir, "Ev teknîk û teknolojî ji aliyê desthilatdariyê ve jî ji bo polîtîkayên asîmîlasyonê tên bikaranîn ku ev yek metirsiyeke mezin e li ser gelên bindest. Mînak, beriya çend salan dewletê li gorî gundan li bajaran hîn bi hêsanî polîtîkayên asîmîlasyonê dimeşand. Lê belê niha li gundan jî televîzyon, telefon û teknolojiya bi heman rengî heye. Divê gelê Kurd van amûran li gorî armancên dewletê bi kar neyne. Li şûna Kurdî, êdî Tirkî dikeve ser zimanê Kurdan. Ev yek metirsiyeke mezin e. Berê gund bi rengekî xwezayî bû û bandora neyînî ya teknolojiyê lê nedibû. Lê belê Tirkî niha li her derê ye. Kurdên li gundan ên berê bi Tirkî nediaxivîn niha bi zarokên xwe re jî bi Tirkî diaxivin."

XWERANEGIRTINA LI KURDÎ

Rifat Ronî destnîşan kir ku ziman ji bo azadiya gelan şertê destpêkê ye û bal kişand ser polîtîkayên zext û asîmîlasyonê yên sîstema serdest ên li dijî ziman. Rifat Ronî diyar kir ku heman tişt li Tirkiyeyê jî derbas dibe û got, "Qedexekirina zimanê Kurdî timî di rojeva desthilatdariyan de bû. Bi qasî ku ji bo qedexekirina Kurdî hewl didin ji bo mijareke din hewl nade. Ziman ji bo netewebûnê hîmê sereke ye. Em bînin bîra xwe; karê destpêkê yê qeyûmên li şaredariyan hate danîn daxistina tabelayên bi Kurdî bû. Tabelayên li ser avahiyên şaredariyan hatibûn daliqandin daxistin. Madem sîstem li dijî nirxên gelê Kurd bi hevgirtî tevdigere, Kurd jî divê ji bo parastina van nirxan bi hev re tevbigerin."