Lûla, planekê nû li dijî bêdaristankirina Amazonê pêşkêş kir

Serokkomarê Brezîlyayê Lûîz Inacîo da Sîlva, ji bo têkoşîna li dijî bêdaristankirina Amazonê ya nezagonî, planekê nû pêşkêş kir.

Lûla, li qesra serokkomariyê resepsiyonek saz kir û got: “Giringiya daristanên Amazonê ji bo hevsengiya avhewayê ya gerstêrkê gelek e.”

Lûla diyar kir ku mirov rê li ber bêdaristankirina Amazonê bigire wê di kêmkirina germahiya kûreyî de jî bi kêr were.

Di serdema serokkomarê berê Jaîr Bolsonaro de, li gor deh salên beriya wî, bêdaristanî ji sedî 75 zêde bû.

Lûla ku ji meha Çileyê ve bûye Serokkomar, parastina jîngehê ji xwe re kiriye wek tiştekê sereke. Lûla, dixwaze ku emîsyona gaza serayan kêm bike û heta bi sala 2030’î dawiyê li bêdaristinkirinê bîne û bibe nimûneyek kûreyî.