Li Wanê esnafên bazara gel nikarin kar bikin

Li Wanê, esnafên li Bazara Gel a Mezin, ku hem xizan hem jî tûrîstên xwecihî û biyanî lê tiştan dikirin, ji ber krîza aboriyê û Rewşa Awarte nikarin kar bikin.

Esnafên Bazara Gel a Mezin, ku weke 'Bazara Rûs a Mezin' tê naskirin û di aboriya Wanê de xwedî cihekî taybet e, ji ber krîza aboriyê kêm naye bên girtin.

Serokê Kooperatîfa Bazara Gel a Mezin Kemal Kaya bal kişand ser pirsgirêkên ji ber krîza aboriyê derdikevin pêşiya wan û diyar kir, hin rojan bêyî ku siftehê bikin, ew dikanên xwe digirin. Kaya got, "Malên em dikirin, bi hefteyan di destê me de dimînin. Eger bi vî rengî dewam bike wê gelek hevalên me yên esnaf dikanê bigirin." Kaya diyar kir, rakirian Rewşa Aarte, aramîkirina rewşa aborî û siyasî, tevî hemû welêt wê bandorê li wan jî bike.

Ji esnafên Bazara Gel a Mezin Haci Tûnç jî bibîr xist, ku di salên bihurî de wan malên xwe yên bi 500 TL'yî di nava hefteyekê de diqedandin, lê niha nikarin kar bikin. Tûnç rewşa heyî bi vî rengî vegot:

*Li Wanê çavkaniya herî girîng a debarê, bazirganiya li ser sînor û sewalkarî ye. Her du jî sekinî ne.

*Rewşa Awarte û şerê dewm dike, rê li ber fikaran vedike. Kes nizane wê sibe çi bibe. Yên tên lê dinêrin gelek in, lê yên dikirin nîne.

*Berê tûrîstên xwecihî û biyanî dihatin vê derê. Lê di sala dawî de kes nayê.

Tûnç diyar kir, esnafên ku nikarin çekên xwe bidin, ji aliyê psîkolojîk ve li ber teqînê ne.