Li Sûdanê lehî rabû: Bi hezaran mal di bin avê de man

Li Sûdanê roja Şemiyê ji ber barana zêde lehî rabû û bi hezaran mal di bin avê de man.

Li Xurtûmê ya ku paytexta Sûdanê ye, ji ber barana zêde bajar di bin avê de ma.

Li gorî ajansa Sûnayê li bajarê Atbarayê ji ber avê mal hilweşiyan.

Li gorî Buroya Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) li 8 eyaletan baran û lehiyê bandor li 12 hezar kesan kiriye. Saziyê diyar kir ku herî kêm 800 mal hilweşiyan, xisar gihiştiye 4400 malan.

Sala borî jî lehiyê bandor li 830 hezar kes û 166 hezar malan kiribû. Hikumetê ji ber vê rewşê ji bo sê mehan rewşa awarte îlan kiribû. Çemê Nîla Şîn jî gihiştibû asta herî bilind.,