Li Srîlankayê fîl ji ber xwarina plastîkan dimirin

Li sergoyên Srîlankayê fîl ji ber xwarina plastîkan dimirin. Di 8 salên dawîn de nêzî 20 fîl ji ber xwarina plastîkan mirine.

Li sergoya gundê Pallakkadû ya navçeya Amparayê ya 210 kîlometreyan li rojhilatê Kolomboyê ya ku paytext e, di 8 salên dawîn de ji ber xwarina plastîkan 20 fîl mirin.

Beytar diyar dikin di otopsiyên fîlan de em rastî plastîk û polîetîlan tên.

Di sedsala 19’an de li Srîlankayê 14 hezar fîl hebûn lê di sala 2011’an de hejmara wan daketiye 6 hezaran.

Gelek fîl êdî xwarinê nabînin û ji ber vê nêzî gund û bajaran dibin.

Li gorî rayedaran li qadên jiyana mirov lê tune 54 sergo hene û nêzî 300 fîl li van deran digerin.