Li şewatên li Kalîforniyayê hişkesalî jî zêde bû

Li eyaleta Kalîforniya ya DYE’ê şewatên mezin ên daristanan ku di dîroka xwe de duyemîn e didomin, niha jî hişkesaliyekî ku mîna wê nehatî dîtin derketiye holê.

Li Kalîforniyayê bi hefteyan e ku germahiyeke pir zêde heye. Şewata mezin a daristanan ya weke “Dîxîe Fîre” bi nav dikin nêzî mehek e ku nikarin vemirînin. Servîsên agirkujiyê diyar dikin ku heya niha 550 mal bûne xwelî.

Şewata “Dîxîe Fîre” ya 14’ê Tîrmehê li Sîerra Navada destpêkirî, ji niha ve hat tomarkirin ku duyemîn şewata mezin di dîroka eyaletê de ye.

Êvara Çarşemiyê tenê karîne 30%’ê agir kontrol bikin. Tê payîn ku di rojên pêş me de pileya germahiyê 37.8 dereceyan derbas bike.

ASTA ÇAVAKANIYÊN AVÊ KÊM BÛN, SANTRALÊN HÎDROELEKTRÎK DI METIRSIYÊ DE NE

Li ser germahiya zêde û şewatên daristanan vê carê jî pêvajoyên herî xirab ên hişkesaliyê jî zêde bû.

Asta çavkaniya avê bi rengekî metirsîdar kêm bûne û gelek santralên hîdroelektrîk jî bi metirsiyê re rû bi rû kiriye.

Ger ku bi vî rengî biçe wê ji ber kêmbûna avê berhemanîna elektrîkê raweste.

Bendava herî  bilind a welat ji ber hişkesaliyê hat girtin. Santralên hîdroelektrîk ên vê bendavê ji sala 1967’an ku hatî vekirin heya niha cara yekemîne ku rawesta. Av bi qasê zivirandina turbînan nemaye. Ev santral ji 800 hezar malan elektrîk çêdikir.

Waliyê Kalîforniyayê ji bo ku elektrîk qut nebe ragihand ku wê serê teserûfkirina her saet kîlovatê 2 dolaran bide gel. Walî her wiha ji welatiyan xwest ku bi rengekî dilxwaz bikaranîna avê 15% kêm bikin.