Li Queenslandê projeyeke mezin a depokirina enerjiya hîdroelektrîkê

Eyaleta Queenslandê ya li rojhilatê Awûstralyayê, planê xwe yê avakirina pergala depokirina enerjiya hîdroelektrîkê ya bi pompe ya herî mezin a cîhanê eşkere kir.

Awûstralya ku di warê enerjiya fosîl de dewlemend e, armanc dike ku heta sala 2035’an ji sedî 80’yê enerjiya xwe ji çavkaniyên nû dibin hilberîne.

Alîkarê Seroka Eyaleta Queenslandê Steven Miles, planê avakirina pergala depokirina enerjiya hîdroelektrîk a bi pompe ya herî mezin a cîhanê eşkere kir.

Alîkarê Serokê Qûeenslandê Miles diyar kir ku ew ê ji bo depokirina avê li çiya ji serê sibehê heta bi êvarê, enerjiya herî erzan a rojê bi kar bînin û wiha got: “Bi şev jî, ji bo çêkirina elektrîkê em ê bikarin avê berdin. Ev mîna bateriyeke mezin e.“

Seroka Eyaletê Annastacîa Palaszczûk di daxuyaniya ku roja Çarşemê da çapemeniyê de wiha got: “Proyeke di asta cîhanî de ye. Em dizanin ku haya Qûeenslandiyan ji guherîna av û hewayê heye. Ev tê wê wateyê ku divê hikûmet zend û bendan bade.“