Li peravê Gola Wanê talana bi pênc stêrkî

Bi kevir û axê peravê Gola Wanê tê dagirtin û li ser jî Otela Merît tê çêkirin. Walîtiya Wanê û Şaredariya Edremît a AKP'yî jî li hemberî vê talanê bêdeng in.

Otela Merîtê ku li navçeya Artemêt a Wanê ye, nêzî hefteyeke Gola Wanê talan dike. Ji bo perav bê firehkirin ax û kevir li nava golê têne rijandin. Li pêşiya otelê, li nava golê giraveke biçûk tê çêkirin, li hemberî vê yekê sazî û şaredarî bêdeng in. Şaredariya AKP'yî ku li ser gilîkirinê hat cihê bûyerê, bi rengekî formalîte raporek amade kir û ji herêmê çû. Walîtiya Wanê jî li gel nerazîbûna gel bêdeng e.

Aktîvîstê Ekolojiyê yê Mezopotamyayê Fatîh Şahîn têkildarî mijarê agahî da û bal kişand ser xala 6'an a qanûna peravan û got, "Di qanûnê de tê gotin, 'Divê her kes bi rengekî wekhev û azad karibin sûdê ji peravê werbigirin û nabe ku ti avahî li ser peravê bê çêkirin'. Ev yek şênber e, yanî qanûn dibêje, perav a şêniyên herêmê ye, ya cemaweriyê ye, nabe ku avahî lê bê çêkirin. Lê belê tevî vê yekê jî perav hatiye talankirin, veguheriye şantiyeya AKP'ê, veguheriye kargeha AKP'ê. Li peravên Gola Wanê bazareke gelekî mezin hatiye avakirin. Heta ku hûn pere nedin, nikarin sûdê ji bedewiya Gola Wanê werbigirin. AKP'ê pêşî li vê yekê vekiriye. Lewma jî nikare dest li Merît Otelê werbide. Bi vî karî gol dibe herî, pêşî li jiyana gelekî zindiyan tê girtin, qada jiyanê ya heywanan tê tunekirin. Mafê kesî tune ye ku vê bike.

Ne tenê otela Merît, her wiha Otela Dedemanê jî ev yek kiriye. Niha eger dest li vê yekê neyê werdan wê bibe mînak û talankirina Gola Wanê wê zêde bibe. Li gorî xwe dîzayn dikin, wê Gola Wanê bikin qadeke ji bo rantê. Hûn li peravên Stenbolê tiştekî bi vî rengî nikarin bikin, lê belê li vê derê dikin. Kêmasî bi me re jî heye, divê gelê me baldar be û xwedî li Gola Wanê derkeve."