Li Nimrûdê peykereke Îştarê hat dîtin

Li Nimrûdê ku bajarekê kevnare yê Asûriyan e, peykereke mezin a ji kevir ku pê xwedawend Îştar li ser hatiye şayesandin, derket holê

Arkeologên Muzeya Arkeolojî û Antropolojiyê ya Zanîngeha Pennsylvaniayê, bi komeke  kolanê ya Iraqî re xebitî û li Nimrûdê ku bajarekê kevin ê Asûriyan e, peykereke  ji kevir a mezin ku xwedawend Îştar li ser hatiye neqişandin, derxist holê. 

Arkeologan, li Nimrûdê ku DAÎŞ’ê gelek zirar daye, gelek tiştên dîrokî derxistine holê.

Di nav tiştên hatine dîtin de, perçeyên peykereke  mezin a ji kevir ku xwedawend Îştar li ser hatiye neqişandin jî heye.

Dîrektorê  Bernameya Stabîlîzasyonê ya Mîrateya Iraqê û arkeologek ji arkeologên Zanîngeha Pennsylvaniayê Dr. Michael, daxuyanî da, got: ‘’Vê demsalê, tiştê herî mezin ku me dît, perçeyekê kevir e ku xwedawend Îştar li ser hatiye neqişandin.’’