Li Kurdistanê talana xwezayê didome
Cerdevanên ji bo êrişên dagirker li Başûrê Kurdistanê xwezayê talan dikin. Cerdevanan li Avaşîn, Zap û Metînayê gelek dar birîn.
Cerdevanên ji bo êrişên dagirker li Başûrê Kurdistanê xwezayê talan dikin. Cerdevanan li Avaşîn, Zap û Metînayê gelek dar birîn.
Li gorî agahiyên ku Ajansa Mezopotamyayê ji çavkaniyên herêmî wergirtiye ji bo birîna darên herêmên Avaşîn, Zap û Metînayê cerdevanên Sêgirkê ya Qilebana Şirnexê ber bi van qadan hatine şandin.
Hate diyarkirin cerdevan mehane peywira xwe diguherînin û cerdevanên nû tên şûna wan. Hate ragihandin cerdevan bi pereyan darên li herêmê dibirin.