Li Hindîstanê germahiyên zêde bandor li ser tenduristiya mirov dike

Pisporan hişyarî dan ku li Hindîstanê germahiyên zêde bandoriyeke cidî li tenduristiya mirovan dike.

Pelên germê xeteriyeke mezin li welêt dike. Li gelek bajarên mezin pîleya germahiyê 45°C derbas dike.

Li Delhiya Nû ku tê texmînkirina 30 mîlyona kes lê dijîn, roja Çarşemê pîleya germahiyê bû 52.9°C. Li gel ku ev germahî di asta rekora neteweyî de ye, rayedaran îhtîmala xeletiya sensorê dinirxînin.

Li Hindîstanê rekora germahiya neteweyî ya heyî di sala 2016’an de li Rajasthan Phalodî weke 51°C hatibû tomarkirin. Medyaya Hindîstianê ragihand ku roja Pênçşemê karkerek ji ber lêxistina tavê jiyana xwe ji dest da.

Servîsên meteorolojiyê yên Hindistanê gelek caran bi taybetî ji bo pitik, pîr û nexweşên kronîk li ser bandorên germahiyê yên li ser tenduristiyê hişyarî dide.

Pisporan diyar dikin ku li Hindîstanê zêdebûna germahiyê ji ber guherîna avhewayê ya ji şewitandina komir, neft û gaz û bêdaristanbûnê çêdibe.