‘Li herêma erdhejê texrîbata xwezayê didome’

Koalîsyona Edaleta Avhewayê diyar kir ku li herêma erdhejê texrîbata xwezayê didome û got “Em guh bidin bang û berxwedana gel.”

Ji ber ku li herêmên erdhejê enkaz û kavil li çavkaniyên avê û qadên jiyanê tê rokirin, Koalîsyona Edaleta Avhewayê li pêşiya Midûriyeta Bajêr a Derdor, Bajarvanî û Guherandina Avhewayê ya Walîtiya Stenbolê daxuyanî da.

Îlksen Dînçer Baş diyar kir sedema karêsatê ev e ku avahî zexm nehatine çêkirin û got “Piştî erdhejê li Semsûr û Rihayê lehî çêbû. Pê re jî dema kavil hatine rakirin toza asbestê jî di nav de tozên jehrî li qadan belav bûne. Kavilên erdhejê tên rakirin û li qadên çandiniyê, baxçe, kêleka re û qadên jiyanê tên rokirin. Ev tişt li ser tendirustiya gel û qadên mîrateya xwezayî gefeke mezin e. Bi vê re ava sererd û binerd, ax û xwarin jehrî dibin.”

Beyda Ceylan jî diyar kir ku ew ê destûrê nedin ku qirkirina ekolojîk û civakî pêk were.

Sabîha Guçlu diyar kir hemû berpirs bêyî ku berdêlê bidin sûcê xwe didomînin.

Şahînder Bayram jî got “Em ji qirkirina ekolojîk a li Mamurek, Samandag, Deştîn û Akkûyûyê dibêjin êdî bes e.”