Fransa bi pêla germê re rû bi rû ye

Li Fransayê pileya hewayê digihêje 40‘î. Li gor daxuyaniya servîsa meteorolojiyê Météo France’ê ya roja Çarşemiyê, li hin herêmên welêt dibe ku bahoz rabe.

Li Fransayê pileya hewayê digihêje 40’î. Roja Şemiyê tê pêşbînîkirin ku li Parîsê germahî bi ser 38 pileyan bikeve. Rayedaran bang li xelkê kir ku xwe biparêzin û avê pir vexwin. Li îstgehên trenan ên Parîsê bang li xelkê hat kirin ku bila têr av bi wan re hebe û hay ji rêwiyên din jî hebin.

JI GERMAHIYÊ AGIR BI DARISTANAN DIKEVE

Ji ber heşkesaliya li başûrê Fransayê cardin agir bi daristanan dikeve. Li gor daxuyaniya bajarê Lozèreê ya roja Çarşemiyê, 120 agirkujan li herêma Mas-Saint-Chélyê mudaxleyê agir rojek berê kir û rêya gundekî li çûnehatê hat girtin. Ji ber agir 70 hektar daristan şewitiye.

Komên agirkujiyê niha serî bi agir re derxistine lê dibe ku cardin agir pê bikeve.

GREV LI DIJÎ ENFLASYONA ZÊDE

Di vê hewaya germ de gelek şêniyên Parîsê rû bi rûyê greva berhevkirên gemarê ne. Li deh deveran, ji roja Duşemiyê ve gemardank vala dimînin û bi sedan ton bermahî li ser peyarêkan berhev bûne. Şaredariyê got ku ew ketine hewila çareseriyê.

Berhevkirên gemarê, ji ber enflasyona zêde daxwaza zêde bûna destheqê xwe dikin.