Li Ewropayê, ji ber qirêjiya hewayê salê 1200 ciwan zû jiyana xwe ji dest didin

Li gor rapora Ajansa Jîngehê ya Ewropayê, ji ber qirêjiya hewayê, li Ewropayê, salê zêdeyê 1200 zarok û ciwan zû jiyana xwe ji dest didin.

Di nava 30 salan de li gel ku mirina ji ber hewaya qirêj kêm bûye, hêj jî gelek bandorê li tenduristiya ciwanan dike.

Li gor raporê, ji bo tenduristiya zarokan rîska bingehîn a qirêjiya hewayê û temenê mirov kin dibe.

SALA 2020’Î 238 HEZAR KESAN ZÛ JIYANA XWE JI DEST DAYE

Li gor raporeke din a ajansê, sala 2020’î ji ber qirêjiya hewayê li YE, Tirkiye, Norwec, Îzlanda, Swîsre û Lîhtenştaynê, herî kêm 238 hezar kesan zû jiyana xwe ji dest daye. 

Qirêjiya hewayê ya herî cidî, pariyên piçûk in ku bi pişika mirov ve dizeliqin. Li gor daneyên ajansê, sala 2005’an 431 hezar kesan ji ber pariyên piçûk ên qirêjiya hewayê jiyana xwe ji dest daye.

REWŞA LI EWROPAYÊ JI DERÊN DIN BAŞTIR E

Rewşa giştî ya li Ewropayê, ji rewşa li derên din ên cîhanê baştir e. Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, her sal 7 milyon kes ji ber qirêjiya hewayê jiyana xwe ji dest didin.