Li Ewropayê ji ber karesatên meteorolojîk di 40 salan de 142 hezar kes mirin

Li gorî raporekê li Ewropayê di nava 40 salên dawîn de ji ber karesatên meteorolojîk 142 hezar kes mirine û bi qasî 510 milyar eûro xisar çêbûye.

Rapor ji aliyê Ajansa Hawîrdorê ya Ewropayê hate amadekirin. Di raporê de bal kişandin ser xisarên ji ber germa zêde û karesatên wekî lehiyê.

Germahiya zêde di serî de pêla hewaya sar, hişkesalî û şewata daristanan wekî ji sedî 93’ê mirina û ji sedî 22’ê xisarên fînansî hate diyarkirin.

Bi giştî 142 hezar kes mirine û bi qasî 510 milyar eûro xisar çêbûye.

Tirkiye, Kraliyeta Yekgirtî û Swîsre jî di nav de li 32 welatan germahiya zêde bûye sedema mirina 80 hezar kesan.

Ji ber van sedeman li Elmanyayê 42 hezar kes mirine û xisara maddî 107 milyar eûro, li Fransayê 26700 kes mirine û xisara maddî 99 milyar eûro ye û li Îtalyayê jî 21600 kes mirine û xisara maddî jî 90 milyar eûro ye.

Hate diyarkirin bi tenê ji sedî 23’ê mal û milkan sîgorteya wan hebû. Li Romanyayê ev rêje ji sedî 1 e, li Hollandayê ji sedî 55 û li Danîmarkayê jî sîgorteya ji sedî 56’ê mal û milkan hebû.