Li Evûstûralya şewat, teyrok û bahoza tozê…

Li hinek herêmên rojhilatê Evûstûralya ku şewateke mezin lê didome, li gel baranê, teyrok û bahozeke mezin rabû.

Li Eyaleta Başûrê Galler a Nû (Yeni Guney Galler) 20’ê Çileyê bahozeke mezin rabû. Bahoza ku her tişt da ber xwe gelek bajar tarî kir.

Li gel Melboûrne ya paytexta Eyaleta Vîdcotriya ya dikeve başûr û dîsa hinek herêman teyrok barî.

Li paytexta Evûstûrayay Canberrayê jî teyrok barî. Ji ber barîna teyrokê gelek tar şikestin û servîsên meterolojiyê ragihandin ku wesayîtên xwe ji dar û dîrekên elektirîkê dûr bixin.

Buroya meterolojiyê ya Eyaleta Başûrê Galler a Nû bang li gel kir ku li dijî bahozê hişyar bin.

Li Evûstûralyayê bi taybet piştî meha Îlonê û vir ve şewatên daristanan derketibû û hê jî dewam dike. Heta niha 29 kes mirin, nêzî 2 hezar mal û 1 milyon hektar zevî bûye xwelî. Li gorî texmînên lêkolîneran 1 milyar lawir jî telef bûne.