Li Efrînê xwezayê talan dikin: Daran dibirin û difiroşin

Dewleta Tirk a dagiker û çeteyên wê li Efrînê daran dibirin û difiroşin.

Çeteyên El Hemzat ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, darên di navbera gundên Gozê û Satya ya navçeya Cindirêsê dibirin û li sûka Efrîn û Idlibê difiroşin.

Şahidên bûyerê, çeteyên bi navê Semîrqend û Lîwa El Weqas ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, li daristanên gundê Kefir Sefrê dest danine ser 32 hezar darên zeytûnan.

Kesê bi navê Barzanî Xelîl jî piştî ku 5 hezar dolar da çeteyên Sûltan Mûrad û şûnde karî darên xwe paşve vegerîne.

Li gorî daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan a Efrîn-Sûriye yê, dagirkeran heta niha 398 hezar û 650 dar şewitandine, 17 hezar zêdetir jî dar hatine birîn û ji 20 hezarî zêdetir jî ji kokê hatine rakirin.