Li Efrîkaya Başûr 45 milyon kes di bin xetereya birçîbûnê de ne

Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku 45 milyon kes di bin xetereya birçîbûnê de ne.

Bernameya Xurekan a Cîhanê (PAM) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku li Efrîkaya Başûr bi milyonan kes di bin xetereya birçîbûnê de ne.

Berpirsa herêmî yê PAM’ê Lola Castro got ku; “Vê krîza birçîbûnê hatiye asteke bilind. Li gorî çavdêriyên me, wê rewşa li qadê girantir bibe.”

Ev serê pênc salan e ku baraneke baş li Efrîkaya Başûr nabare. Ev tişt bandora xwe li ser 16 welatan dike.

Ji ber germaniya global bahozên giran radibin. Sala borî ji ber bahoza Îdaî a tropîkalbi hezaran kes miribûn.

Bernameya PAM’ê ev e ku di sala 2020’an de alîkariyê bide 8,3 milyon kesên li Zîmbabwe, Zambiya, Mozambîk, Namîbya, Lesotho, Eswatînî û Malawiyê.

NY bang li welatan kir ku ji bo projeyên alîkariya lezgîn pêdiviya wan bi 489 milyon dolaran heye lê di destê wan de 205 milyon dolar heye.