Li Efganistan û Pakistanê ji ber rewşa nebaş a hewayê 130 kes mirin

Li Efganistan û Pakistanê ji ber berfê, baranê û lehiyê zêdeyî 130 kes mirin.

Hate ragihandin ku li herdu welatan ji ber berfê, baranê û lêhiyê zêdeyî 130 kes mirin.

Li Pakistanê 93 kes mirin û 76 kes birîndar bûn. Li Efganistanê jî herî kêm 39 kes mirin û 60 kes birîndar bûn. Li gorî bîlançoya beriya niha hatibû ragihandin ku 110 kes ji her du welatan mirîne.

Saziyên meteorolojiyê ragihandin ku rewşa hewayê wê rojên bê hîn bêhtir nebaş bibe.

Berdevkê Saziya Şopandina Karesatan a Neteweyî Ahmed Tamîm Azîmî ji AFP'ê re got, "Li wîlayetên rojava û rojhilat zêdeyî 300 xanî bi temamî yan jî beşek ji wan xisar dîtin."