Li Duhokê bendav çikiya, bermayên kavilên gundekî derketin holê

Li Başûrê Kurdistanê ji ber ziwabûnê rêjeya avê kêm bû û kavilên gundê Girê Qesrûkê ku beriya 36 salan di bin ava bendavê de ma, derkete holê.

Bendava ku du kîlometre li bakurê bajêr sala 1985'an hatibû avakirin .Ji ber bendavê gundiyên Girê Qesrûkê mecbûr mabun ku gundê xwe berdin.

Ava bendavê ji bo avdana erdên çandiniyê dihate bikaranîn, gund di bin avê de mabû.

Lê piştî ku ziwabûn asta avê di meha îlonê de li gorî sala çûyî 7 metro kêmtir kir kavilên gund derketin holê.

Berpirsê bendavê Ferhad Tahir ji AFP'ê re axivî û got, ''Tevahiya ava bendavê ya baranê ku îsal kêm hatibû.''

Tahir her wiha diyar kir berê jî sala 1992, 1999 û 2009'an asta avê dema ku kêm bûyî dîsa kavilên gund derketine holê.

Tahir her wiha got sedema vê guherîna avûhewayê ye.

Gund beriya ku di bin avê de bimîne ji eşîra Doskî bi qasî 50 malbatî ji sala 1970'î û wir ve li gund diman.

Gundî cara pêşî sala 1974'an dema raperînê mecbûr mabûn ku gund berdin û sala 1976'an vegeriyabûn. Sala 1985'an jî ji ber avakirina bendavê gund hatibû valakirin.