Li dijî guhertina avhewayê li çar aliyên cîhanê çalakiyên şermezarkirinê

Ji bo zextê li lîderên cîhanê bikin ên tevlî konferansa COP26 a li Glasgowê bûne, bi wesîleya roja çalakiyan a global li çar aliyên cîhanê xwepêşandanên şermezarkirinê hatin lidarxistin.

Di serî de li bajarê Glasgow ê Îrlandayê ku konferansa COP26 lê tê lidarxistin, li çar aliyên cîhanê bi sed hezaran kes daketin qadan û kêmaniya hewldanên li dijî guhertina avhewayê şermezar kirin.

Li paytexta Îrlanda Dublinê û li bajarê Belfastê du xwepêşandanên gelekî mezin hatin lidarxistin.

Ji cotkaran heta sendîkavanan, ji aktîvîstên avhewayê heta komên alîgirê serxwebûnê yên Skoç û aktîvîstên xwecihî bi hezaran kes li hev civiyan.

Xwepêşandan li şeş parzemînan, li çar aliyên cîhanê bi beşdariya bi hezaran kesî dewam kir.

Aktîvîstan diyar kirin ku ji bo kêmkirina karbonê, sozên di asta navneteweyî de hatine dayin têrê nakin.

Di hefteya destpêkê ya konferansê de zêdeyî 20 welatan soz dan ku wê xwe ji komirê vegirin. Hin bankayan jî soz dan ku wê piştgiriya didin santralên bi komirê dixebitin rawestînin.

Birîna daran û rawestandina talankirina daristanan yek ji armancên konferansê ye. Heta niha 26 welatan soz dan ku wê polîtîkayên çandiniyê yên zerarê nadin derdorê bixin meriyetê.

Lê belê li gel sozên hatine dayin, ji mijara pêşîgirtina li lehî, ziwatî, bahoz, germbûna ava deryayê hîn jî tedbîrên pêwîst nehatine girtin.

Aktîvîstên avhewayê ragihandin ku di civîna bilind de bi têrkerî plana çalakiyan nehatiye kirin û fikarên wan ên li ser edaleta avhewayê bi têrkerî li ber çavan nehatine girtin.