Li Derya Reş bi hezaran yûnis dimirin

Zanyaran gotin, hejmar yûnisên li peravên Derya Reş asê man e, bi rengekî neasayî zêde bûye. Lêkolîner işaretê bi şerê li Ûkraynayê dikin.

Şer ne tenê bandorê li mirovan dike, di heman demê de xisareke giran li hawirdorê jî dike. Li gorî NBC News, ji destpêka şerê li Ûkraynayê û vir ve zêdeyî sed yûnis li peravên Tirkiyeyê ketine. Ev hejmar li gorî salek beriya niha gelekî zêde ye. Li peravên Bûlgaristan, Romanya û Ûkraynayê jî gelek heywanên din hatin dîtin ku mirine. Vê rewşa awarte, zanyarên li deryayê xiste nava alarmê.

Li gorî lêkolînên dawî yên li Bûlgaristan, Tirkiye û Ûkraynayê hatin kirin, bombekirina qadên xwedîkirinê yên li peravan, teqîna mayinan, petrola ji keştiyan belav dibe û ava çeman a bi kîmyasalên cebilxaneyan qirêj bûne; şer gefeke mezin li cihêrengiya biyolojîk a li Derya Reş dixwe.

Ji zanyarên hawirdorê yên Ûkraynayê Îvan Rûsev ji New York Timesê re axivî û anî ziman ku li gorî daneyên li ber destê wan ji destpêka şer û vir ve, hezar yûnis hatine kuştin. Rûsev got, "Van yûnisan ji ber bombeyan an jî mayinan şewitîn, rêya xwe nedîtin an jî nekarîn li xwarinê bigerin." Her wiha xirecira keştiyan û bikaranîna sonar a bi frekansa kêm, dikarin serê yûnisan tevlîhev bikin ku ji bo navîgasyonê bi rengekî aktîf deng bi kar tînin.

Ji Enstîtuya Zoolojî ya Schmalhaûsenê ya li Ûkraynayê Pavel Goldîn jî destnîşan kir ku sonara bi frekansa kêm a keştiyên şer û keştiyên binê avê li pêşiya ekolokasyona yûnisan asteng e. Lêkolîner ji NBC re axivî û diyar kir ku ji ber keştî sonarê bi kar tînin, yûnis nikarin navîgasyona xwe diyar bikin, lewma nikarin nêçira xwe bibîne û dawiya dawî jî dimire. Xetereyeke din jî ew e ku ev heywan bi rengekî matmayî û bi panîkê xwe li tehtan dixin, ber bi peravan ve diçin û bi vî rengî xwe birîndar dikin.

Goldîn ragihand ku qirêjî û xirecira li binê avê ya ji ber sonarê dikare bibe sedem ku populasyona masiyan xera bibe û masî koçî deverên dûr bikin. Ev yek wê li Derya Reş ekosîstema xwecihî xera bike.

Nêzî 20 keştiyên şer ên Rûs li peravên Ûkraynayê hatin bicihkirin û hîn jî karên leşkerî li vê herêmê têne kirin. Zanyar bi tirs û fikar in ku ev karên şer wê bandoreke mayinde li ser ekosîstema li herêmê bike.