Li Danîmarkayê ji bo zarokan çalakî hatin lidarxistin

Meclîsa Jinê ya Sevê ya li Danîmarkayê, li Navenda Çandê ya Cîhanê ji bo zarokên Danîmarkî çalakiyeke danasînê ya bi navê "Bûyîna zarokê Kurd" û workshops lidar xist.

70 xwendekarên dibistaneke seretayî ya li navenda Kopenhagenê û zarokên li kampên penaberan tevlî çalakiyê bûn û li ser şert û mercên jiyanê yên zarokên Kurd û bandora şer a li zarokan agahî girtin.

Di vê aktîvîteyê de zarokan destên xwe yên boyaxkirî dan ser afîşên bi nivîsa "Em siberoj in, em aştiyê dixwazin" û mohra xwe danîn binê aştiyê.

Zarokan her wiha wêne jî xêz kirin, bi lîstika heftokê lîstin û li ber stranên Kurdî govend gerandin.