Li Cûdî bi kontrola cerdevan Hazim Babat qira daran tînin

Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê yê Çiyayê Cûdî bi kontrola serek cerdevan Hazim Babat dar têne birîn. Her roj 400 ton dar têne birîn, dibine Tabûra Leşkerî ya Bestayê.

Li gorî agahiyên ku ji xwecih hatine standin li Çiyayê Cûdî bi kontrola serekcerdevan Hazim Babat dar têne birîn. Her roj 400 ton dar têne birîn, dibin qada ku Tabûra Leşkerî ya Besayê lê ye.

Li gorî agahiyên ku ji xwecih hatine standin hemû darên ku Çiyayê Cûdî têne birîn ji hêla serekcerdevan Hazim Babat û birayê wî Kazim Babat ve têne standin.

Tê diyarkirin li Cûdî bi giştî 30 traktor, bi qasî 70 kes dixebitin.

Ev 30 traktor rojê 4 seferan dikin û her carê 3,5 ton dar tê birîn.

Diyar bû li Cûdî her roj 400 ton dar têne birîn û daran dibin Tabûra Leşkerî ya Bestayê.

Hate diyarkirin ev 2 sal in daristan têne qirkirin.