Li Colemêrgê amadekariya zivistanê ya ji bo heywanan

Bi nêzbûna zivistanê re li Colemêrgê malbatên ku heywanan xwedî dikin, dest bi komkirina gîha û kayê dikin.

Gundiyên li Colemêrgê ji bo heywanên xwe dest bi amadekariya zivistanê kirin. Rahmî Çîftçî diyar kir wî gîhaya ku kom kiriye dike ka û ji bo heywanên xwe dest bi xebata zivistanê kiriye.

Li Colemêrgê ji ber erdnîgariya çiyayî û asê çandinî gelekî kêm tê kirin. Gel jî bêtir heywanan xwedî dike. Ji ber zozan, av, dar û berên wê ji bo xwedîkirina heywanan Colemêrg herêmeke îdeal e. 

Rahmî Çîftçî (45) diyar kir ku ew debara xwe bi xwedîkirina heywanan dike û li gund gelek kes mîna wî heywanan xwedî dikin. Çîftçî diyar kir ku ew havînê gîhayê berhe dikin û beşeke vê gîhayê dikin ka.

Li Colemêrg û navçeyên wê gelek zozan û çêre li ser navê ‘herêma taybet a ewlehiyê’ hatiye qedexekirin. Ji bo çûna zozanên ne qedexe jî divê walî destûrê bide. Bi tenê gundiyên ku heywanan xwedî dikin dikarin biçin van zozanan. Gundî havînan li zozanan dimînin û gîhaya ku kom kirine jî li ser pişta hespan tînin gundan.

Çîftçî got “Li Colemêrgê ji xeynî xwedîkirina heywanan tu karekî din tune. Erdên ji bo çandiniyê gelekî kêm e. Gîhaya ku me kom kiriye, em dûre tînin dikin ka. Em neçar in gîhayê kom bikin. Ji ber ku qaweta me tune, em ji derve ka û gîhayê bikirin. Heta ji destê me tê em gîhaya xwe kom dikin.”

Çîftçî diyar kir bihayê ka û êm gelekî zêde bûye û got “Berê hemû kesan heywan xwedî dikirin. Li pêşiya her malê bi sedan heywan hebû. Tu kesî ji derve ka û gîha nedikirî. Ji ber krîza aborî û sedemên din xwedîkirina heywanan êdî kareke zêde nade mirov. Gelek kesan dev ji xwedîkirina heywanan berdane. Ji bo ku em zêde nexisirin, êdî em ka û gihayê ji xwe re peyda dikin.”