LI HESANDINÊ QEREQOL Û MADEN
Çiyayê Hesandinê ku yek ji çiyayên herî bilind ên li navçeya Pasûr a Amedê ye, di hedefa karê lêgerîna li madenê de ye. Şîrketeke bi navê Kûlp Madencîlîk par li herêmê xwest karê sondajê bike û gundî û xelkê li zozanan li pêşiya vê yekê bûn asteng. Di encama serlêdanê û têkoşîna gel de eşkere bûbû ku şîrketê rapora ÇED'ê sala 2008'an wergirtiye û di nava 5 salan de dest bi kar nekiriye. Li gel rapora ku tê gotin ji aliyê walîtiyê ve hatiye betalkirin, li herêmê karê çêkirina rê hate destpêkirin. Gundiyan diyar kirin ku rêya tê çêkirin ji bo avakirina qereqolê ye. Her wiha anîn ziman ku rê di heman demê de ji bo karê madenê jî tê çêkirin û gotin, "Xwezaya me bi rêk û pêk tê talankirin."
Parêzeran par ji bo wergirtina agahiyan serî li Wezareta Hawirdorê dan. Di bersiva 6'ê Îlona 2024'an de hate ragihandin ku şîrketê rapora 'ÇED pêwîst nîne' sala 2008'an wergirtiye û hate gotin, "ÇED a ku hatiye wergirtin ji ber ku di nava 5 salan de kar nehate kirin, betal bû. Piştî bersivê destûr ji şîrketê re nehate dayin ku li qadê karekî madenê bike. Li gel mehek di ser re derbas bû di 9'ê Cotmeha 2024'an de li zozanê Hesandinê, hate ragihandin ku salên 2011, 2012 û 2013'an bi beyana 100 hezar ton maden hate derxistin serî li midûriyetê hate dayin û daxwaza destûrê hate kirin. Midûriyetê heman rojê bersiv da serlêdanê û bi hinceta ku maden hatiye derxistin ragihand ku biryara 'ÇED pêwîst nîne' hîn dewam dike. Piştî destûrê li zozanê Hesandinê 10 roj in karê çêkirina rê tê kirin. Hate ragihandin ku kar ji bo qereqolê tê kirin. Gundî çû cihê kepçe lê dixebitin û hem ji leşkeran hem jî ji xebatkarên şîrketê pirs pirsîn, lê nekarîn bersivê werbigirin.
Belgeyên ku parêzeran têkildarî projeyê xwestin jî bi gotina 'Em nikarin bidin' hatin redkirin. Di rêya ku ji bo qereqolê tê çêkirin bi dehan dar hatin rakirin. Gundiyan diyar kirin ku qereqol bahane ye, rê bi esasî ji bo karê madenê tê çêkirin û gotin, wê li aliyekî din ê çiyê rê bê çêkirin ku ev yek ji bo karê sondajê ye. Karê çêkirina rê hefteyê 7 rojan dewam dike û bi dehan leşker bi kepçeyan tevdigerin. Gundiyên li ser mijarê ji me re axivîn, bal kişandin ser xisara li herêmê tê kirin. Ji parêzerên Baroya Amedê Eyup Aydenîz jî anî ziman ku li çiyê bi rengekî nehiqûqî rê tê çêkirin û amadekarî ji karê madenê re tê kirin.
AV Û ÇAVKANIYA ME YA DEBARÊ WÊ TINE BIBE
Ji gundiyên Şirnazê ku li quntarê Hesandinê ye Remzî Tûran got, "Ev mesele ya hemû navçeyan e, ne tenê ya Pasûrê ye. Divê her kes xwedî li vê derê derkevin. Wê ji vê derê re heyf be. Bi karê rê re xwezaya li vê derê talan kirine. Ev der di nava 10 rojan de wêran kirine. Li vê derê ji bo şîrketekê, ji bo kesekî bexçeyên me perîşan kirine. Em vê yekê qebûl nakin."
Nedîm Emre yê ji heman gundî jî got, "Em ji bo heywanên xwe, ji bo xwezaya xwe li vê derê ne. Li Pasûrê tiştek nehiştin, nîvê wê di binê bendavê de hiştin, nîvê mayî jî karê madenê lê dikin. Eger li vê derê maden bê çêkirin wê mirov bê av bimînin. Me ne zanî kî bi çi rengî vê navçeyê dike hedef. Ji aliyê çandiniyê ve, ji aliyê sewalkariyê ve tiştek namîne. Eger Hesandin biçe wê tiştek di destê me de nemîne. Ava me niha weke xwînê diherike. Qala Bendava Sîlvanê dikin lê belê bi vê bendavê re navçeya me nema. Hezar sal in em li vê derê ne. Me ji bo vê derê gelek berdêl dan. Niha ji bo şîrketekê tên hemberî me. Em ê nehêlin ku vê derê tine bikin. Em ê li vê derê xaka xwe biparêzin."
Cevahîr Tekîn jî anî ziman ku êrîş li ser qada wan a jiyanê û xwezayê tê kirin û got, "Ji bo mirov li vê derê nemînin çi ji wan tê dikin. Dixwazin bi bendavê me tine bikin, qada me ya jiyanê biqedînin. Li vê derê ji 7 heta 70 salî her kes em ê li ber xwe bidin. Em ê dest ji vê doza xwe bernedin. Bila gel xwedî li vê xakê derkeve û bi bangekê re berê xwe bidin Hesandinê."