Li Brukselê merasîma bibîranîna komkujiyê

Kesên di komkujiya Ermeniyan de jiyana xwe ji dest dane, li pêş Abîdeya Komkujiyê ya li paytexta Belçîka Brukselê hatin bibîranîn.

Kesên di komkujiya Ermenan de jiyana xwe ji dest dane li Ewropayê têne bibîranîn. Li Paytexta Belçîka Brukselê girseya gel li pêşiya Abîdeya Komkujiyê li hev civiyan û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, hatin bibîranîn.


Di merasîma bîranînê de, Seroka Komîteya Ermenan a Belçîkayê Karen Tadevosyan, Balyozê Ermenistanê Tatûl Markarîna, Serokê Şaredariya İxelles Dominique Dufourny, Serokê Parlamentoya Frankofan a Brukselê Julie de Groopte, Serokê IBUKA Deogratias Mazina, Rahip Mûsa Yaramis, Endamê KNK'ê Adem Ûzûn axivîn.


Di axaftinan de hat gotin ku pêwîst e komkujiya Ermenan wekî qirkirin bê naskirin û bal hat kişandin ser dema ku neyê naskirin wê komkujî berdewam be. Ev rewş ji bo bajarên rojava ji derbasdar e û wiha hat gotin; "Polîtikaya bingehîn a dewleta Tirk nenaskirina komkujiya Ermenan e. Ev nenaskirin polîtîkaya neteweyî ya Tirkiyeyê ye."