Li Bexdayê kelekên ji dema Sumeran mane di bin xetereyê de ne

Ji aliyekî ve guhertina avhewayê û ji aliyê din ve teknolojî, li ser kevneşopiyeke bi hezaran salan xetereyê çêdike.

Li gorî nûçeya AFP’ê bala ciwanên Iraqê li ser kelekên dîrokî ne.

Ev kevneşopî heta dema Sumeran didome. Avakarê rêxistina civakî ya sivîl a Safîna Projestsê Raşad Salîm diyar dike ku ev çand nêzikî çar pênc hezar sal in heye.

Salîm diyar dikeku ev gondolên bi navê Meşhûf ji dema Sumeran û vir ve wisa ne.

Li gorî nûçeyê Raşada Salîm di sala 2018’an de dixwaze hilberînerên dawîn ên van Meşhûfan bibîne û li başûra lîtavan hilberîneran dibîne.

Salîm ji bo ku ev Meşhûf neyên jibîrkirin li ser hev sîparîşan dide û ji bo ku ajotina wê hînî ciwanan bike kom ava kiriye. Bi çalakiyên cihê dixwazin vê çandê bidomînin. Heta niha heft klubên Meşhûfan hatine avakirin.

Raşad Salîm diyar dike, ew derfetan ava dike ku ciwan karibin têkiliyê bi derdorê re deynin û lê ji ber şorbûn û qirêjiya avê, xetereyeke mezin li ser çeman heye.