Li başûrê Fransayê wê tecrîd û Komkujiya Pirsûsê bê protestokirin

Li başûrê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê wê 24-25-26’ê Tîrmehê bê şermezarkirin.

Li başûrê Fransayê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Komkujiya Pirsûsê wê 24-25-26’ê Tîrmehê bê şermezarkirin.

Kurdistanî û dostên wan ên di nav hefteyê li gelek bajarên başûrê Fransayê xwepêşandanên protestoyî li dar xistin, dawiya vê hefteyê jî wê çalakiyên girseyî li dar bixin.

Komîteya Amadekar a çalakiyan di daxuyaniya xwe de got: "Em bang li gelê xwe dikin li hember tecrîda Îmrali ya 27’ê Tîrmehê wê sala xwe ya çaremîn tijî bike û li hember DAIŞ û AKP’ya vê zîhniyeta hê hovtir ku li Pirsûsê komkujî pêkanîn em berteka xwe bi herî tundî nîşan bidin û tecrîdê bişkînin; Em bang dikin ku heta azadiya Ocalan pêk were ji bo em nîşanî hemû cîhanê bidin ku gel bi Rêberê xwe re ye em hesab ji qetlîamkeran bipirsin. Em bang li tevayî gelê me dikin bi ruhê serhildanan tevlî çalakiyan bibin, xwedî li şehîdên me û Rêbertiya me derkevin. "

DEMA ÇALAKIYAN

Bordeaux:

Dîrok: 24 Tîrmeh În

Saet: 19:00

Cih: Place de la Bourse

 

Marsîlya:

Dîrok: 25 Tîrmeh Şemî

Saet: 18:30

Cih: Place de la Canebière

Toulouse: 26 Tîrmeh Yekşem

Saet: 19:00

Cih: Place du Capitol