Li bakurê Îtalyayê ji ber hişkesaliyê rewşa awarte hat ragihandin

Li pênc herêmên li bakurê Îtalyayê, ji ber hişkesaliyê rewşa awarte hat ragihandin.

Desteya Wezîran, biryara rewşa awarte li ser herêmên Emillia-Romagna, Friuli-Venezia Giulia, Lombardia, Veneto û Piyemonteyê ji ber hişkesaliyê, heta bi 31’ê Çileya Pêşîn erê kir.

Hikûmeta Romayê, ji bo derxistina serî bi rewşa li deşta Po ya berfereh a bi xêr û ber re, 36,5 milyon fon veqetand.

Nîvgirava Îtalyayê, di serî de deşta Poyê ji hişkesaliya herî xerab a 70 salên dawîn bi bandor bûye, ji ber kêm bûyîna şiliyê rû bi rûyê germahiyeke nedîtî ye.

Bi rewşa awarte, erkên derasayî tên dayîn da ku gel bê parastin, şertên jiyana asayî ya gel werin mîsoger kirin û zirara gel ji ber hişkesaliyê bê pêşwazîkirin.

Li gor sendîkaya herî mezin çandiniyê ya welat Coldirettiyê, ji zêdeyê ji sedî 30’ê hilberîna çandiniya neteweyî re gef e û bi taybetî nîvê çewlikên jambonê Parma li deşta Poyê hildiberînin re gef e. 

Asta ava golên Maggiore û Gardayê negihîştiye asta avê ya van çaxan. Asta avê ya Rûbarê Tîber ê ji Romayê diherike jî ketiye. Deşta Poyê, depoya avê ya herîm mezin a li Îtalyayê ye ku ji aliyê cotyaran ve tê bikaranîn.

Rojên dawîn, şaredarî çend tidarekên sînordarkirinê kirin. Stendina ava vexwarinê ya Veronayê kir bi fîş û biryara girtina kaniyên dekoratîf ên Mîlanoyê da.

Encamên din ên hişkesaliyê hene. Hilberîna enerjiya hîdroelektrîkê bi carekê ket. Bi tesîsên hîdroelektrîkê yên bi piranî li herêmên asê yên Îtalyayê ne pêdiviya bi ceyranê ya hema bibêje ji sedî 20’ê vî welatî tê dîtin.