Li Amedê gel ber bi qada Newrozê ve diherike

Li Amedê gel ber bi Parka Newrozê ve diherike ku wê pîrozbahî lê bê lidarxistin.

Newroza 2023'an li dehan bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi dirûşma "Her der Newroz, her dem azadî" û "Bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve" bi heybet hate pîrozkirin.

Newroza îsal diayrî qurbaniyên erdheja 6'ê Sibatê ya li Mereşê hate kirin. Fînala Newroza îsal jî li Amedê tê kirin.

Girseya gel bi berbanga sibehê re berê xwe da Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê.

Zêdebûna tevlîbûna jin û ciwanan balê dikişîne. Girseya gel demeke dirêj li qadê li bendên kontrolê hate rawestandin.

Ji pênc baskan ve mirov dikevin hundirê Parka Newrozê. Li Bûlwara Qamişloyê 2 bend, li kolana Newrozê û li taxa Bagcilarê jî 4 bendên cuda yên kontrolê yên polîsan hene.

Piştî ku ketina li qadê destpê kir, saet di 09:30'î de girseya gel ji deriyê protokolê herikî qadê.

Dika Newrozê ji ber qurbaniyên erdhejê bi rengê reş hate xemilandin û peyama bi nivîsa "Bila serê gelê me sax be" li dikê hate daliqandin.

Her wiha posterê Jîna Emînî yê bi nivîsa "Bi tayê porê Jîna Emînî em ê têkoşîna jinê bilindtir bikin" û posterê Kemal Kûrkût ê bi nivîsa "Kemal Kûrkût namire" li qada Newrozê hatin daliqandin.

Li qada Newrozê gelek pankartên cuda hatin hildan. Jin û ciwan bi kincên neteweyî tevlî çalakiyê bûn.

Jin û ciwanên ku bi alên Amedspor, kesk, sor û zer ketin hundirê qadê, dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" û "Jin, Jiyan, Azadî" qîriyan.

Girseya gel li ber dirûşm, tilîlî û çepikan ber bi qada Newrozê ve diherike.

Bi sedan polîs li derûdora dika Newrozê hatin bicihkirin. Mîksera deng bi bariyeran hat dorpêçkirin û veguherandine kafesek ji hesinan. Gelek polîs li ser vê mîkserê tên sekinandin. Li qadê her cara ku dengê dirûşmeyan olan dide, polîs mudaxileyî tonmaîsterê dikin.

Parlamentera HDP’ê Feleknas Ûca jî li ber pergala deng ku hatiye dorpêçkirin disekine. Polîsan di navbera dikê û qada Newrozê de bariyeran û têlên direhî çêkirine. Bilindahiya têlan 5 metre ye. Gelek polîsên çevîk kuvet li ber têlan hatin bicihkirin.