Li Şirnexê leşkerên Tirk û cerdevanan daristan qir kirin

Li Şirnexê leşkerên Tirk û cerdevanan dar birîn û bi tereqtoran dar bar kirin.

Li Çiyayên Cûdî, Gabar û Nimêjê û li Bestaya Şirnexê leşkerên Tirk û cerdevan bi mehan in daristanan qir dikin.

Berê jî derketibû holê ku darên hatine birîn bi kamyon û TIR’an birine herêmên din û niha jî dîmenên nû derketin holê.

Di dîmenan de tê dîtin ku herî kêm 10 terextor darên hatine birîn, hatine barkirin. Tê diyarkirin ku terextor ji cihên asê darên hatine birîn bar dikin, tînin cihên rast û ji vir jî dar li TIR’an tê kirin û dibin cihên din.

Li gorî daneyên Midûriyeta Giştî ya Daristana, daristanên li herêma Şirnexê ji sedî 8’an kêmtir bûne.