Li Şengalê toz rabû, li Îranê qirêjiya hewayê

Li Şengalê toz rabû. Li Îranê jî ji ber qirêjiya hewayê xwendin hate rawestandin.

Li Şengalê danê êvarê toz rabû. Ji ber tozê kolanên Şengalê veguherîn rengê sor. Her wiha mesafeya dîtinê jî gelekî kêm bû.

Berdevkê Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku li tevahiya herêmê wê baran bibare û diyar kir ku ji ber lehiyê navber ji karê saziyên fermê re wê bê dayin.

LI ÎRANÊ DIBISTAN HATIN GIRTIN

Serokê Koma Xebatê ya Rewşa Lezgîn a Qirêjiya Hewayê ya Meşhedê Mehdî Elahepûr ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê ÎRNA re axivî û got, "Ji ber qirêjiya hewayê li Meşhedê biryar hate dayin ku xwendin ji dûr ve bê kirin."

Elahepûr ragihand ku karên sporê jî wê bêne rawestandin û pêşniyar li mirovên bi nexweşiya hilmstandinê û dil, her wiha jinên ducanî, extiyar û zarokan hate kirin ku liv û tevgera xwe rawestînin.