Li Çewlikê daristan tên qirkirin

Bi projeyên rantê yên AKP û MHP’ê re li Çewlikê daristan tên qirkirin. Li gundê Liçikê yê Kanîreşa Çewlikê pênc meh in dar tên birîn.

Di salên dawîn de li Bakurê Kurdistanê daristan û xweza tê qirkirin. Li Çewlik, Dêrsim û Şirnexê dar tên birîn.

Li Şirnexê du sal in li herêmên Besta, Cûdî û Gabarê di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan dar tên birîn, li gundên Şamoşî û Zogarê yên Xozata Dêrsimê jî daristan par bi hinceta ‘operasyonê’ hatibûn şewitandin. Di çar mehên dawîn de jî bi hinceta ‘ji nû ve werin gihiştin’ dar tên birîn.

Li gundê Liçik ê Kanîreşa Çewlikê jî pênc meh in dar tên birîn û ekosîstem tê qirkirin.