Krîza aboriyê sewalkarî qedandiye

Krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê mîna ku bandora neyînî li gelek sektoran kiriye, sewalkarî jî aniye ber qedandinê.

Krîza aboriyê bandoreke neyînî li sewalkariyê dike ku ev kar li Wan, Colemêrg, Agirî, Îdirê çavkaniya bingehîn a debarê ye.

Buhayê êm, ka, mazot û elektrîk ku ji pêwîstiyên sereke yên sewalkariyê ne, her roj têne zêdekirin. Bi taybetî li Wan û Colemêrgê buhayê heywanan û goşt kêm dibe.

Sala 2020'î buhayê 50 kîlogram êm 75-100 lîre bû, buhayê ka hezar-hezar 200 lîre bû, niha 50 kîlogram êm 250-300 lîre, ka jî 2 hezar 500 lîre ye.

Mirovên ku li Colemêrg û Wanê sewalkariyê dikin neçar in ku goştê heywanan ji 25 heta 35 lîreyî bifiroşe.

Sewalkarên li herêmê zivistanê bi qasî 700 lîreyî mesrefê li heywanên li pînikan dikin.

Ji ber ku lêçûna xwe zêde bûye îro gelek sewalkaran dest ji vî karî berdane û hinek jî hatine asta destjêberdanê.

Rahmî Çîftçî ku bi sewalkariyê debara xwe dike, diyar kir ku eger zem bi vî rengî dewam bike ew ê neçar bimîne ku heywanên xwe bifiroşe.

Çîftçî ragihand ku di navbera buhayê ka û êm ên salên 2020 û 2021'ê de gelek cudahî heye û got, "Ji aliyê lêçûnê ve ji sedî 200 zem hate kirin. Ji ber vê yekê jî me kar nekir, lê em xisirîn. Em niha bi zerarê heywanan xwedî dikin. Buhayê kîloyê goştê heywanê ku em serjê dikin bi 32 lîreyî difiroşin. Lê belê qeseb û market goştê em difiroşin bi du qatî buhatir difiroşin."

Mehmet Kaya ku 40 sal in li Wanê sewalkariyê dike anî ziman ku îsal havînê wî heywanên xwe biriye zozanan, li zivistanê jî ew li axurê xwedî dike, lê belê buhayê ka û êm zêde ye, buhayê heywan û goşt kêm bûye. Kaya diyar kir ku maliyeta xwedîkirina heywanan gelekî zêde ye û got, "Em ewqasî dixebitin lê belê berdêla keda xwe nikarin werbigirin. Bi salane dixebitim, lê ez ê neçar bimînim ku dest ji pîşeyê sewalkariyê berdim."