Krîza aboriyê kir ku mirov pêşiya mala xwe biçînin

Krîza aboriyê û buhayê zêde kir ku mirov çandiniya şexsî bikin. Ekonomîst ê xwecihî Aydin Turkoz diyar kir ku cihê hêviyê ye, ku mirov bi hêz û aboriya xwe çandiniyê dikin.

Bi krîza aborî ya li Tirkiyeyê re gelek sektor têk çûn, gelek jî hatin ber îflasê. Yek ji van sektoran jî çandinî ye. Zêdebûna buhayê sotemenî, bizir û zibil bandoreke neyînî li buhayê berhemên çandiniyê jî kir. Welê li cotkaran hat ku ji ber lêçûna zêde nikaribin zeviyên xwe biçînin. Bi hezaran cotkar ji ber ku nekarî deynê krediyê yê bankayan bidin, zevî û makîneyên wan ên çandiniyê hatin desteserkirin.

Krîza aboriyê û buhayê zêde bandora herî giran li buhayê zebze û fêkî kir. Zebze û fêkiyên ku wextekê timî li ser sifra mirovan bû, êdî bûne luks. Li Tirkiye û Kurdistanê buhayê zebzeyan di ser 20 lîreyî re ye. Kîloya firingî û xiyaran bi 25, 35 TL'î, kîloya îsot û bacanên reş jî bi 35, 40 TL'î têne firotin. Mirovên ku bi salane nikare goşt bixwe, êdî zebze û fêkî jî bi destê wan nakeve.

Lewma gelek mirovan dest bi tedbîrên şexsî kirin. Mirovên ku bi salan e zevî û hewşa xwe naçînin bi krîza aborî re ji bo ku bandora krîzê kêmtir bikin, dest bi çandina xaka xwe kirin. Li Wan û Colemêrgê gelek kesî dest bi çandina eraseya li ber mala xwe kirin.

MIROVAN JINÛVE DEST BI ÇANDINA XAKÊ KIR

Ekonomîstê xwecihî Aydin Turkoz anî ziman ku ji ber zêdebûna buhayê xurekê mirovan dest bi wergirtina tedbîrên xwe kirine. Turkoz diyar kir ku eger krîz bi vî rengî dewam bike wê buhayê xurekê zêdetir bibe û got, "Buhayê bizir, zibil û mazotê her roj bilindtir dibe. Cotkarên ku zeviyên xwe yên mezin ên çandiniyê hene, welê li wan hatiye ku nikare lêçûna çandiniyê bidin. Cotkar ji ber ku di çandiniyê de dixisirin, ya dest ji çandiniyê berda, yan jî firot. Vê yekê kir ku buhayê zebze û fêkiyan zêdetir bibe. Piştî ku cotkaran dest bi çandiniyê berdan, mirovên li herêmê tedbîrên xwe bi xwe girtin. Gelek kesan bi biharê re dest bi çandina erdê li pêşiya mala xwe kirin. Bi salan nikarîbûn bax û baxçeyê xwe biçînin. Bi krîzê re mirovan dest bi bikaranîn û çandina xakê kirin. Metreçargoşeyeke li pêşiya mala xwe jî çandin."

'CIHÊ HÊVIYÊ YE'

Turkoz destnîşan kir, cihê hêviyê ye ku mirov bi hêz û aboriya xwe çandiniyê dikin û got, "Mirovên ku îsal bax û baxçeyên xwe diçînin divê ji bo salên bê jî tedbîrên xwe werbigirin. Mirovên ku îsal çandiniyê dikin bila zibirên xwe ji bo salên bê jî hilînin. Bi vî rengî bêyî tehde li aboriya xwe bibe wê karibe salên bê jî çandiniyê bike. Divê mirovên me vê yekê ji xwe re bike tebîetek. Yanî mirov dikare aboriya xwe bi xwe biafirîne, xwe ji hewcedariya hinekî din rizgar bike. Çi metreyek be, çi jî zeviyek be. Divê her kes xaka xwe biçîne."

Tûrgay Aslan ê li Wanê anî ziman ku wî zeviyê ji 500 metreçargoşeyî yê li pêşiya mala xwe bi salan neçandiye, lê belê wê îsal biçîne. Aslan diyar kir ku buhayê zebze û fêkiyan gelekî zêde ye, bi mehan e nikare zebzeyê bibe mala xwe û got, "Berê zebze û fêkî timî li ser sifra me hebûn. Lê belê îsal welê lê hat ku nikare bê kirîn. Nayê bîra min ku herî dawî min kengî firingî, îsot bir malê. Bi vî buhayê zêde zehmet e. Lewma jî min dest bi çandina xwe kir. Eraseya li pêşiya mala min bi salan e vala bû. Min îsal firingî, îsot, xiyar û bacanê reş li erasê çand. Her wiha min şitlê fêkî jî çand. Bi berhemên jê werbigire em ê havînê debara xwe bikin û ji bo zivistanê jî hilînin."