Kooperatîfên çandiniyê bi jinan geş dibin

Aboriya Jinê ya li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê zeviyê ji 45 hezar donimî diçîne û kar ji hezar jinan re peyda dike.

Komîteya Aboriyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Aboriya Jinê ya Kongra Star hem derfetên kar ji jinan re peyda dikin, hem jî çandiniyê xurt dikin.

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kooperatîfên ji sê salan hene. Aboriya Jinê îsal jî dest bi gelek projeyên nû kir. Li Dêrikê li gundên Zihêriye, Eyn Dîwar û Teqil Beqilê sê kooperatîf hene û 60 jin di nav de dixebitin. Li bajarê Girkê Legê nêzî 39 jin di nava kooperatîfê de kar dikin. Li kooperatîfa li Amûdê jî du malbat dixebitin. Ji gundê Elî Bedran ê Tirbespiyê 18 jin, li gundê Digirê jî çar malbat cihê xwe di nava kooperatîfê de digirin. Li Şedadê 160 jin di nava kooperatîfê de dixebitin. Li Til Temir û Dirbêsiyê jî kooperatîf hene. ji ber ku gundên li Kobanê nêzî sînor e ji ber ewlekariyê kooperatîf nehatibûn avakirin, lê di sala 2023'an de yekemcar hatin avakirin. Li Kobanê niha kooperatîfek bi 5 endamên xwe yên jin hene. Li Şehbayê di nava çar kooperatîfan de 19 malbat dixebitin. Ji sedî 75 ê hatineya ji kooperatîfan ji wan jinan re tê dayin ku di nava kooperatîfan de kar dikin. Ji sedî 10 ji hatineyê ji sindoqên kooperatîfan û ji sedî 15 jî ji bo hilberandina projeyên nû dikeve qaseya Aboriya Jinê.

AMADEKARIYÊN JI BO PROJEYÊN NÛ

Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li gel çandiniya genim, kîmyon, nok, nîsk û nehne îsal çandiniya darên fêkî jî destpê kir û proje hîn jî dewam dike. Li Herêma Cizîrê ev proje ji aliyê Aboriya Jinê ve tê meşandin. Di 1'ê Adarê de li Dêrikê 4 hezar darên xurme, hijîr, mêw û zeytunan hatin çandin. Di nava du salan de wê fêkî jê çêbibe. Her 10 dar wê radestî malbatekê bêne kirin û mîna kooperatîfê bê bikaranîn. Li Herêma Firatê jî 4 hezar û 500 mêw hatin çandin; ji bo kooperatîfa konserve têne amadekirin.

Aboriya Jinê ku amadekariyê ji hilberandina zibil ê xwezayî dike, hem ji bo aborî gemarî nebe hem jî çanda paqijiyê belav bibe wê ji qalikên hêk û fêkiyan dest bi hilberandina gubre yê xwezayî bike.

ZEVIYÊ ÇANDINIYÊ YÊ JI 45 HEZAR DONIMÎ

Ji rêveberên Aboriya Jinê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Gulê Mûrad ji ANF'ê re axivî û got, "Yek ji armancên damezrandina Komîteya Aboriyê avakirina kooperatîfan bû. Armanca me ya destpêkê jinûve geşkirina ruhê kolektîvîzmê bû. Me xwest ku gel bi hev re ruhê civakîbûnê û hesta alîkariyê xurt bike."

Gulê Mûrad ragihand ku Aboriya Jinê xwedî zeviyekî ji 45 hezar donimî ye, beşeke mezin a zeviyên wê jî li gundan e û got, "Zeviyên me li bajêr gelekî kêm in. Ji bo li zeviyan binihêrin malbat û jinên li nêzî zeviyan têne hilbijartin. Ji ber ku yên tevlî kooperatîfê dibin divê karibin zeviyan baş bi kar bînin. Divê ji çandiniyê fêhm bikin, zeviyan xwedî bikin. Lewma dema li gundekî zeviyekî me hebe em ji wî gundî malbatên nêzî zevî hildibijêrin. Ji bo kooperatîfan pêwîstî bi pisporiyê nîne. Xelkê me yê li gundan ji xwe ji çandiniyê fêhm dikin. Tecrûbeyên wan gelekî zêde ye. Bi demê re tecrûbeyên xwe zêde dikin. Ya esasî ew e ku xwedî li xakê derkevin, zeviyan xwedî bikin."

BANDORA ŞER Û AMBARGOYÊ LI SER ÇANDINIYA GENIM

Gulê Mûrad diyar kir ku xaka Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dewlemend e û got, "Xaka me ji bo çandiniyê guncaw e. Her dara ku te çand berhem jê tê. Di mijara av û hewayê de jî herêma Cizîrê bêhtir guncaw e, lê belê em ji herêmên me yên din jî berheman bi dest dixin. Em giraniyê didin ser çandiniya genim. Li herêmê timî atmosfereke şer heye. Li gel şer her wiha ambargo jî dewam dike. Lewma pirsgirêka nan û ard heye. Ji ber vê jî em neçar dimînin ku giraniyê bidin ser genim. Tevî genim her wiha nîsk, nok, kîmyon, ceh, garis, şênkahî, darên fêkî jî têne çandin. Bi taybetî li zeviyên di destê Aboriya Jinê de ne bîrên avê tune bûn. Li benda baranê diman. Rewşeke bi şensê ve girêdayî hebû. Em hîn negihîştine wê astê ku pêwîstiyên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê fînanse bikin. Em gihîştin heta astekê lê belê hîn bi temamî nikarin fînanse bikin. Şênkahiya ku me çandiye bi buhayekî biçûk difiroşin. Gelê me ji vê razî ye. Genim jî li embaran têne bicihkirin."

BÎRÊN AVÊ Û ENERJIYA ROJÊ

Gulê Mûrad diyar kir ku îsal bi giranî li derdora zeviyan dest bi kolandina bîran kirine, wê hejmara bîran zêde bikin û got, "Av çiqasî zêde be çandinî jî wê ewqasî bi pêş bikeve. Pêwîstiya me bi malzemeyên teknîkî heye, lê belê bi demê re wê çareser bibin. Her wiha me dest bi amadekariya sîstema enerjiya rojê jî kirine, ji ber ku li herêmê pirsgirêka elektrîk û mazotê heye. Bi vî rengî em ê van pirsgirêkan bi sîstema enerjiya rojê çareser bikin. Temamiya van projeyan jî wê pêşkêşî xizmeta kooperatîfan bêne kirin."